Çêrok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Çêrok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

11 Oca 2023

Perê Dû û Bêhna Kebaba n

Xizanek di kêleka dikana kebabfiroş de derbas dibu. Kebabfiroş goşt li şîşan dixist û li ser rûyê agir dipijand. Bêhna goştê sorkirî li hewa belav dibu. Ji bona ku mêrê xizan û bêçare birçî bu û perê wî jî tunebu ku kebabê bixwe, perçeyek nanê hişk ji kîsê xwe derxist û ber bi ruyê duyê kebabê ve girt û xiste devê xwe xwar. 

Bi vî awayî çend perce nanê hişk xwar û paşê xwest ji wir here. Lê kebabfiroş bi lez û bez ji dikanê derket û bi destê wî girt û got: "Tu di ku de ve diçî, perê duyê kebabên ku te nanê we pê ve dabu bide!"

Tewafuqen di wê hengamê de Mela Nisreddîn di wir de derbas dibu û ji vê buyerê re bu şahid. Dîd ku zilamê bêçare feryad û fîxan dike. Mela Nisreddîn ji kebabfiroş xwest ku zilamê bêçare berde lê kebabfiroş doza perê duyê kebabê kir. 

BEHLULÊ ZANA Û HARUNÊ REȘÎD

Rojekê Behlul li hizura xelîfe (Harunê Reşid) runiştî bu. Ji mezinên dewletê hejmareke zêde jî xizmeta xelîfe dikirin. Weka her carê xelîfe, xwest di ser behlul de here. 

Di vê hengamê de dengê hirîna hespekî ji axur bilind bu. Xelîfe bi henek û tinazkarî ji Behlul re got: 

"Here lê binêre ew heywan çi dibêje?" Qaşo tu û wî bi hev re kar dikin." Behlul çu axur û bîsteka din şunde vegerîya hat û got:

"Ew heywan dibêje, ma heyfa te nîne, tu bi van keran re runiştî. Zu ji wê meclîsê derkeve here. Mumkune ku kerîtîya wan tesîrê li te jî bike!"