Kurê min! Ji vê dinya, zana çû û cahil çu
Rind û pîs, șah û parsek, ew ên heq û batil çu
Ew ên li cî yê meçhul, tim dike geșt û gerê
Bi bêkesî digere,wek ewaran meçhul çu
Wek Îskender pêy ava heyatê yî tu bizan,
Navdar û giregirên Așurî û Babîl çu
Ger wek hekîmê Loqman, xwedî îlm û hîkmet bî,
Di wê goristanê ra ew kesên bi fezil çû
Vê derya jîyanê da, bun esîrê tofanê
Kê keștîyek dîtibu, ew bi alî sahil çu.
Çi mesude suwarê, ewê milk û me'nayê,
Barê dinya derewîn, da ser pișta aqil çu
Kî bo vê dinya fanî, dil li xwe peritan de,
Cewherê rumeta xwe, ew wenda û zail çû
Însan bi van ayrt û jîyana layezal,
Pêl xalîyê dike û bi herîyê û gil
çû
Ey amedî ji mêșa, hunguvê îbret bigre,
Qur'anê de qala wî dike rebbê layezal
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder