Were Îstîxfar Bike
Bireve ji gunehan,
Were îstîxfar bike,
Ji Xwedê ra her zeman,
Were îstîxfar bike.
Bibêje Xwedê yeke,
Gorê nûranî bike,
Wê kibra mezin neke
Were îstîxfar bike.
Xwe bispêr wî qadirî,
Sibê roj neke zarî,
Poșman nebe tu carî,
Were îstîxfar bike.
Xwedê tela mezine,
Derî vekir bizane,
Xwe'l hizûrê bibîne,
Were îstîxfar bike.
Nexape bi derewan,
Tevneger wek nezanan,
Berî ku te neda can,
Were îstîxfar bike.
Bi nefsê re bike șer,
Ji guneh nemîn eser,
Tu nebe ehmaq û ker,
Were îstîxfar bike.
Tu veșêre gunehan,
Nebêj qusurê kesan,
xwe tim gunehkar bizan,
Were îstîxfar bike.
Xwe qet mezin nebîne,
Bendan piçûk nexîne,
Qencan pêș de bișîne
Were îstîxfar bike.
Bi rojî û nimêjan,
Bi towba muteqîyan,
Bi hêsrên herdu çavan,
Were îstîxfar bike.
Berî mirinê bimre,
Tu teqwayê bikire,
Bendê guneh bibire
Were îstîxfar bike.
Guneh barê girane,
Li ser dilê te jane,
Xiybetê bar bizane,
Were îstîxfar bike.
Bi axîn û bi nalîn,
Bi dilê kul û birîn,
Duayê fersend bibîn,
Were îstîxfar bike.
Nebêje hîn dem heye,
Min qet guneh nekirye
Ev curm û guneh çîye,
Were îstîxfar bike.
Ger tu dixwazî felah,
Neke tucarî gunah,
Berî ku nebêy eywah
Were îstîxfar bike.
Negere wek eware,
Nebê cuwanî kare,
Ji her derdî re çare
Were îstîxfar bike.
Bendetîye selamet,
Towbê bizan xenîmet,
Çi mezine ev nîmet,
Were îstîxfar bike.
24.06.226
Fikrî AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder