24 May 2026

Rubai



Ey Bilbilê Dilbikul

Cîyê kul û derdane, gul û gulîstan ey dil,

Ma qey tu nabihîsî, wê nale nala bilbil,

Ji hesreta gulîstan, gelek bilbil helaq bun,

Kewna gulîstanê ye, fîrqet, wuslat, derd û kul.

 

Ez jî weka bilbilê, şadî bi nale nal im,

Bi hesreta wê gulê, ez şev û roj dinalim,

Gulîstana min buye,  cîyê kund û qijikan,

Ji derdê van sebavan, tuneme ez bêhalim,

 

Çibikim li gulîstan, kewên gozel xayînin,,

Heryek bihev ketine,  ew gora hev dikolin,

Binêre hemu laşxur û sîsalekên gurrî,

Li ser gor û tirba wan,  telqîna wan dixwînin.

 

Teyrê xapxapok buye, serpêşîyê laşxuran,

Li ser gulîstana min, civîyane wek guran,

Wêran kirin gulîstan, kundê kor li ser dixwîn,

Perçe kire van hovan,  êrîşa van neyaran.

 

Ey bilbilên dilbixîn, binêr gul wêran bune,

Nedin pey xapxapokên, gulîstan firotine,

Amedî bi şev û roj, dike hewar û gazî,

Dibêje van sebavan, dil û hinav sotine.

Fikrî AMEDÎ

                                         26.05.2026/AMED


Hiç yorum yok: