14 Mar 2025
25 Oca 2024
Mewlana\ Dubeytî
هر که را جامه ز عشقی چاک شد
او ز حرص و عیب کلی پاک شد
Kincê kî bi pencê eșqê çak buye
Ew ji hemu xirs û eyban pak buye
مولوی --Mewlana
Çak:qelișî, çirîya
18 Ara 2023
Mewlana DUbeytî
جیست دنیا از خدا غافیل بدن
نی قوماش و نقرە و فرزندە و زن
Çi ye dinya ji Xwedê xafilbun e
Ya na, ne qumaş û pere û zaruk jin e
Mewlana مولانا
3 Kas 2023
DubeytîMewlana
هركجا آب روان سبزه شود
هركجا اشك روان رحمت بود
Li ku av û rûbarek hebu, hêşînayî çêbu
Li ku hêsrên çavan hebu, dilovanî çêbu
مولانا--MEWLANA
21 Tem 2023
Mewlana\ Dubeytî
ترازو گر نداری پس تو را زو رهزند هر کس
یکی قلبی بیاراید تو پنداری که زر دارد
Eger terazûya te tunebe, wê herkes rêya te bibire
Wê perên qelp bixemilînin û tuyê wî wek kesê xwedîyê zêr binasî
مولانا\Mewlana
6 Şub 2023
Min bihîst ku te nêta rêwîtîyê kirîye, neke
Mêylî yareka nû, dosteka din dikî, neke
Xerîbo tu li cîhana xerîbîyê çi dikî
Qesda kîjan dilnexweșê dikî, neke
Me ji me nedize, neçe wan xerîbîyan
Tu li ên hatine dizîn dinêrî neke
Ey ya ku felek ji bona te ser ûbinê hev buye
Me wusa xerab wusa ser û binê hev dikî, neke
Mewlana
23 Oca 2023
ای آب حیات قطرە از آب رخ است
وای ماه فلک یک اثر از سابت رخ است
گفتم کە شب دراز خواهم مهتاب
آن شب شب زلف تو است و مهتاب رخ است
مولانا
Ey ava heyatê, dilop ji ava rûyê te ye
Ey heyva felekê, biriqandin ji biriqandina rûyê te ye
Min got ez di şevên dirêj de mehtabê dixwazim
Şev ji tarîya zilfên te, mehtab di rûyê te de ye.
Mewlana
18 Oca 2023
Şerha Mesnewîya Mewlana Celaleddînê Belxî Dubeytî 1
Şerhkirin: Fikrî Amedî
Beşa Yekemîn
Wezin: Fâîlâtun - Fâîlâtun - Fâîlun
بشنو اين نى چون حكايت مىكند
از جدايىها شكايت مىكند
1. Bişnew în ney çun hîkâyet mîkuned
Ez cudâyîhâ şikâyet mîkuned
Wate: Guhdar bike! Ev ney çi hîkayed dike (çi çêrokê dibêje), Ji cudahîyan gilî û gazinan dike.

.jpeg)
.jpeg)
.jpeg)